Li Hewlêrê civîna Wezîrê Bazirganiyê Muş û Serokwezîrê HKIyê Barzanî

Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Alî Riza Guney û Serkonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Hakan Karaçay jî beşdarî hevdîtina Muş û Barzanî bûn.

Li Hewlêrê civîna Wezîrê Bazirganiyê Muş û Serokwezîrê HKIyê Barzanî

Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş piştî ziyareta xwe ya li Bexdaya paytextê Iraqê, li Hewlêrê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî ra hevdîtin kir.

Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Alî Riza Guney û Serkonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Hakan Karaçay jî beşdarî hevdîtina Muş û Barzanî bûn.

Wezîrê Bazirganiyê Muş di çarçoveya ziyareta xwe ya li Hewlêrê da bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ra jî hevdîtin kiribû.

Muş ji bo ziyaretadu rijan hat Iraqê û duh li paytext Bexdayê bi Wezîrê Gîhandinê yê Iraqê Nasir el-Şîblî ra hevdîtin kiribû.

Muş di 18ê tebaxê da Bexda ziyaret kiribû û di çarçoveya ziyareta xwe da bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî, bi hevkarê xwe Ala el-Cuburî û bi Wezîrê Gîhandinê Nasir el-Şîblî ra hevdîtin kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE