Li İstanbulê operasyona dijî PKKyê

Li İstanbulê operasyona dijî PKKyê

Li İstanbulê di operasyona dijî şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê da 6 kesên ji Sûriyeyê yên li ser medyaya civakî çalakiyên rêxistinî dikin, hatin binçavkirin.

Tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya İstanbulê agahî hildan ku 8 kesên ji Sûriyeyê yên qaçaxî hatine welêt û di nav refên YPG/PYDyê ya Sûriyeyê da xebatan dikin, hesabên medyaya civakî ya hin saziyan bi dest xistine û li ser van hesaban propagandayê dikin.

Li ser vê îstixbaratê tîman li 7 navçeyan operasyoneke hevdem kir, 6 şikbar hatin girtin.

Li navnîşana wan demançeyek, 2 şarjor, 15 gule, gelek alavên rêxistinî û melzemeyên dîjîtal hatin bidestxistin.

Ji bo 2 şikbarên firar kirine jî bên girtin xebat dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE