Li kampên Îdlibê Tirsa "xelayê"

Tirsa "xelayê" ketiye dilê sivîlên li kampên Îdlibê dijîn

Li  kampên Îdlibê Tirsa "xelayê"

Li Sûriyeyê sivîlên ku ji ber êrîşên rejima Beşar Esed û alîgirên wê revîn û xwe spartin kampên li ser sînorê Tirkiyeyê, li ber şertên jiyanê têkoşînê didin.

Di çarçoveya biryara Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) da li Sûriyeya ku şerê navxweyî lê didome, alîkariyên mirovî bi tenê ji deriyê Babulhewayê yê li hemberî Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê yê li Hatayê derbasî welêt dibe, lêbelê Rûsya hewl dide ku ev yakane derî jî were girtin. Ji ber vê hewla Rûsyayê, sivîlên li kampan dijîn ketin ber tirs û xetereya "xelayê". 

Neteweyên Yekbûyî (NY) bi mekanîzmaya di çarçoveya biryara KENYê da ji 2014an vir va alîkariya mirovî ji bo bi milyonan însanî dişîne.

Nexasim beşeke mezin a 5 milyon însanên li Îdliba li rojavayê bakurê Sûriyeyê jiyana xwe bi van alîkariyan didomînin. 

Heta sala 2019an gelek alîkariyên mirovî yên wekî xida, derman, amûrên hîjyen û tibê, 2 jê li aliyê Tirkiyeyê ji ser 4 deriyên sînor ra dihatin şandin, lê ji ber veto û îtirazên Rûsyayê hejmara deriyên sînor pêşiyê bo 2yan hatin daxistin.

Pey ra jî Rûsyayê bi tenê ji bo deriyê Babulhewayê yê li hemberî Cîlvegozuyê destûra ji bo salekê da ku niha çend roj mane ev mawe bi dawî bibe.

Îhtimala rawestandina alîkariyan a ji hêla Rûsyayê ji bo milyonan sivîlî dibe sedema tirsê.

Fatima Annuşa diya 5 zarokan a ku mêrê wê di êrîşên rejima Esed da hat kuştin, diyar kir ku li kampê jiyaneke wan a tal heye, heger Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê ji bo alîkariyan were girtin, rewşa wan dê xirabtir bibe û wiha dewam kir:

"Heger rê li derbasbûna alîkariyan were girtin, ev dê tesîrê li hemû însanên li vir bike. Li vir derfeta kar tuneye. Derfeta me tune em zarokên xwe xwedî bikin. Heger derî li ber alîkariyê were girtin, em ê birçîna bimrin."

Neceh Hesena ku qedera 4 sal berê mala xwe ya li çoltera li rojhilatê Hemayê ji ber êrîşan terikand, diyar kir ku ew li kampê tevî 7 zarokên xwe jiyaneke dijwar didomîne.

Hesenê got ku mêrê wê kar nedît û kurê wê yê piçûk jî di atolyeyan da bi beramberî rojane 10 lîre va wekî karker dixebite. Hesenê bal kişand ku ew bi alîkariyên ku ji Deriyê Babulhewayê derbas dibin va li ser piyan dimînin. 

Hesenê bal kişand ku heger alîkarî rawestin, dê tesîreke xirab li şêniyên konan bike û wiha got, "Rojê herî kêm 40 lîre mesrefa nan heye. Roja ku zarok dixebitin em dixwin, roja ku naxebitin em naxwin. Li vir hêza kirînê ya kesî tuneye."

Civaka navneteweyî dixwaze hejmara deriyên sînor ên ku alîkariyên mirovî jê derbas dibin bên zêdekirin

Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres di 20ê Hezîranê da li Konseya Ewlekariyê axivîbû û xwestibû ku alîkariyên ji ser Tirkiyeyê ra bo Sûriyeyê tên kirin ji bo saleke din jî bên dirêjkirin û wiha gotibû, "Em dest li ber gelê Sûriyeyê hilnadin."

Alîkariyên mirovahî yên ku Neteweyên Yekbûyî dişîne Sûriyeyê

Sazumaniya ku bi biryara KENYê hat wezîfedarkirin ji sala 2014an vir va alîkariyan dibe Sûriyeyê û digihîne bi milyonan sivîlî.

Ji bo ku ew derî vekirî bimîne pêwîst e KENY ji nû va dest bi xebatê bike û pergalê nû bike.

Di KENYê da Çîn jî piştevaniya Rûsyayê dike û ew jî naxwaze ku Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê vekirî bimîne.

Her meh ji 1000 hezarî zêdetir karwanên alîkariya mirovî ji Sûriyeyê ra tên şandin û ew hemû di Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê da derbasî alî Îdlibê dibin û ev rê ji ber dijî derketina Rûsyayê dibe bê girtin.

Amerîka û hin welatên endamên KENYê dixwazin ku bila deriyên Sînor ên Iraqê yên Babusselame û El-Yarûbiyyeyê hatine girtîn jî ji nû va bên vekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE