Li Kanadayê partiya muxalefetê: "sîlahan nefroşe Îsraîlê"

Partiya Demokrat a Nû (NDP) ya partiya 4an a herî mezin ya Parlementoya Federal a Kanadayê ye ji Justîn Trudeauyê Serokwezîrê Kanadayê xwest ku hetanî dagiriya li erdên Filistînê xilas nebe sîlahan nefroşe Îsraîlê.

NPDyê ji bo mijarê kampanyaya îmzeyê da destpêkirin û bangî Justîn Trudeauyê Serokwezîr kir ku "hetanî dagiriya dereqanûnî xilas nebe sîlahan nefroşin Îsraîlê".

Di daxuyaniya ji bo kampanyayê ya li ser malpera fermî ya partiyê hat weşandin da wiha hat gotin: "Kanadayî ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê û Qudsa Rojhilat a dagirkirî, tundiya li Mescida Eqsayê û Taxa Şêx Cerahê û rageşiya zêde dibe aciz dibin."

Di daxuyaniyê da bal kişandin ku dibê jiyana sivîlan were parastin, teşwîqa tundiyê û provokasyon werin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Dema rageşî derdikeve her tim sivîl bi tirs dijîn û bedelê didin. Ji bo pêşî li kuştinan bibirin dibê rageşî were tepiskirin. Hem Filistînî hem jî Îsraîlî xwedî heqê jiyana ewledar in. Dibê Kanada ji bo kêmkirina rageşiyê û çareseriya aştiya adil roleke çalak bilîze. Kanadaya berê firotina sîlahan ji bo Erebistana Siûdî, Lîbya, Tirkiye û Sûdanê dabû sekinandin dibê niha jî hetanî dagirî bi dawî nebe sîlahan nefroşe Îsraîlê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE