Li Kartalê xebatên lêgerînê û yên rakirina kavilan berdewam in

Li Kartala Stenbolê xebatên lêgerînê û yên rakirina kavilên bînaya 7 qatî ya ku hilweşiya, berdewam in.

Li Kartalê xebatên lêgerînê û yên rakirina kavilan berdewam in

Li Kartala Stenbolê xebatên lêgerînê û yên rakirina kavilên bînaya 7 qatî ya ku hilweşiya, berdewam in.

Piştî ku li Kuçeya Sema ya Kolana Bankalarê di 6ê sibatê da bînayek rûxiya, ekîbên pispor li herêmê dest bi lêkolînê kirin. Di vê çarçoveyê da ekîbên pispor ji kolonên bînayên li ser kolanê nimûneyan werdigirin û li ser van nimûneyan lêkolînê dikin.

Herwisa otokomîlên ku plaqeyên wan 34 ZR 7403, 34 BHJ 205 û 34 GE 21 67 in û di bin kavilê bînayê da mabûn jî hatin derxistin.

Wesayîtên ku xesar gihîştiye wan, bi barbiran va ji ciyê bûyerê hatin veguhastin.

Xebatên lêgerînê û yên rakirina kavilan berdewam in.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 17:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE