Li Kayapinarê hewza sêyemîn hat vekirin

"Armanca me ew e ku zarokên me perwerdeyê bibînin û hinî melevaniyê bibin. Şûna co û çemam li hewzan xwe biavêjine avê"

Li Kayapinarê hewza sêyemîn hat vekirin

Li Kayapanira navçeya Diyarbekirê bi destê şaredariyê hewza sêyemîn hat vekirin.

Şaredariya Kayapinarê ya Diyarbekirê ji bo ku zarok û ciwan êdî coyan de nexeniqin li navçeyê hewza sêyemîn vekir.

Di hewza nû da qasî 500 zarok û ciwan wê werin perwerdekirin. Zarokên ku dixwazin ji hewzê îstifade bikin divê temenê wan di navbera 5 û 16 salî de be.

Arîkarê Serokê Şaredariya Kayapinarê Mustafa Çelîk daxuyanî da û got ku ew naxwazin zarokên wan li çem û coyan de melevaniyê bikin û wiha axivî:

"Mixabin li navçeya me hin kes ji ber vê rewşê mirin. Li giştiyê welêt gelek caran bûyerên mirinê diqewimin. Armanca me ew e ku zarokên me perwerdeyê bibînin û hinî melevaniyê bibin. Şûna co û çeman li hewzan xwe biavêjine avê. Em ji bo zarok û ciwanan şaredariyeke dost in. Bi vê hewzê jimara hewzên me derketin sêyan. Li van hewzan niha qasî hezar û 500 qursîyerên me yên ku perwerdeyê dibînin hene. Ji bilî van di bêşên me yên din jî qasî 10 hezar qursiyer hene."

- "Ez dixwazim bibime melevaneke baş"

Ji zarokan Rojbîn Kuşkanadiyê got wê hewz gelekî ecibandiye. Kuşkanadiyê got wê melavanî nedizanî û bi saya mamosteyên xwe hîn bûye û wiha dewam kir: "Ez ji ber vê xizmetê spasiya rêvebiran dikim. Ez dixwazim bibime melevaneke baş."

AA 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE