Li Kerkûka bajarê Iraqê welatî ji bo nimêja Eyda Qurbanê li mizgeftan kom bûn.
Kurd, Tirkmen û Erebên ji bo nimêjê hatin Mizgefta Nûr a Mezin ya li navenda bajêr bi hev ra sef girtin û nimêja xwe kirin.
Li herêma ku pirsgirêka ewlehiyê hinekî kêm bû welatiyên tijî mizgeftan bûn ji bo îstiqrar û hizûra Kerkûk Iraq û alema Îslamê dia kirin.
Şêx Qasim Ebdillahê Melayê Mizgeft Nûr a Mezin di xutbeyê da diyar kir ku di dinî Îslamê da aştî, hezkirin, xuşk û biratî û hizûr heye.
Ebdillah di diayê xwe da ji Xwedê Teala xwest ku Iraq Rojhilata navîn di demeke herî kin da bigihêje aştiyê.
Welatiyên hatin mizgeftê ji bo li Kerkûk û Iraqê pirsgirêka ewlehiyê dernekeve û rojên bi hizûr dewam bikin dia kirin.