Li Konyayê bersûcê kuştina 7 kesan xwe wek karmendê şaredariyê daye nasîn

Altunê li navçeya Bozkirê li Taxa Uçpinarê di goristana ku xwe lê veşartibû da hat girtin li ewlehiyê îfade da.

Li Konyayê bersûcê kuştina 7 kesan xwe wek karmendê şaredariyê daye nasîn

Mehmet Altunê li Merama navçeya Konyayê bi êrîşa çekdarî va ji heman malbatê 7 kes kuşt di îfadeya xwe da got wî xwe wek karmendê şaredariyê daye nasîn û wisa ketiye mala Dedeogullarî.

Altunê li navçeya Bozkirê li Taxa Uçpinarê di goristana ku xwe lê veşartibû da hat girtin li ewlehiyê îfade da.

Altun got ji bo ku ew neyê nasîn wî maske daye ber devê xwe û ji kesên derî vekiriye ra gotiye ew karmendê şaredariyê ye û wisa ketiye mala Dedeogullarî.

Altun wiha got: "Dema min got ez karmendê şaredariyê me malbat li baxçe civiya. Wextê ku min maske derxist min nas kirin, lê ji ber ku çek dîtin tiştek nekirin."

Altun wiha îdia kir: "Di meha gulanê da di navbera du malbatan da şer derket û 6 kes hatin girtin ku min ji malbata Dedeogullari xwest ew dev ji gilîkirina xwe berdin. Niqaş derket, ew bi ser min da hatin û min jî ew kuştin. Tu eleqeya malbata min û sûcê wan bi vê bûyerê ra tune. Ji bo ku ez li dû xwe tu delîlekî nehêlim, cîhazên qeydan ên kamerayê nemînin min mal şewitand."

Hat ragihandin Altun ji bo ku neyê girtin li navçeya Bozkirê her tim cihê xwe guheriye û di bin daran da xwe veşartiye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE