"Li ku derê dibe bira bibe ez li benda kurê xwe me"

Ayten Elhamana dayik a çalakiyê didomîne diyar kir ku ji bo Bayramê kurê xwe yê 3 sal e jê xeberekê hilnade çalakiyê dike.

"Li ku derê dibe bira bibe ez li benda kurê xwe me"

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 288an da dewam dike.

Ayten Elhamana dayik a çalakiyê didomîne diyar kir ku ji bo Bayramê kurê xwe yê 3 sal e jê xeberekê hilnade çalakiyê dike.

Elhamanê got ji ber ku li malê zara xwe ya astengdar xwedî dike nikare her tim were çalakiyê û wiha axivî: "Kurê min heke min dibihîzî were. Ez û bavê tê pêrîşan bûn. Xuşk û birayên te jî li benda te ne. Çi dibe bira bibe lêxe were, teslîmî şewqeta dewletê bibe. Tê bi tu awayî ceza nexwî."

Elhamanê axaftina xwe wiha domand:

"HDP zarokan dixapîne û dibê çiyê. Ez bangî ciwanan dikim: Bira bi HDPyê nexapin. Zarokan dixapînin û dibin. Kurê min jî xapandine. Li ku derê dibe bira bibe ez li benda kurê xwe me. Min gelekî biriya kurê xwe kir. Êdî temla min nema. Em êdî tehma tu tiştî hilnadin. Diçim odeya wî li kincên wî mêze dikim û digrîm.

- "Werin teslîmî dewleta xwe bibin"

Suleyman Aydinê ji bo Ozkanê kurê xwe yê 5 sal berê di 15 saliya xwe da ji Sûrê revandin çiyê jî got hetanî zarên wan neyên ew ê çalakiyê bidomînin.

Aydin destnîşan kir ku ji bo zarên xwe 288 roj e çalakiyê didomînin û wiha pê da çû:

"288 roj e em li pêşiya partiya ku zarên vî gelî didize ne. Rêvebir û parlamenterên HDPyê mixabin xwe kerr dikin. Ji derê pêşiyê ra tên partiyê û ji deriyê paşiyê ra derdikevin. Wekî sûcdaran. De we Kurd temsîl dikirin, çima nayên vê derê? Armanca me wekî hevdu ye em zarên xwe dixwazin. Mixabin HDP zarên 14-15 salî dişîne çiyê û wan li çiyê mehkûmî mirinê dike. Malbatên wan zrokan jî li pêşiya deriyê xwe mehkûmî mirinê dike."

Aydin bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha pê da çû: "Kurê min heke min dibihîzî were teslîmî dewleta xwe bibe. Kurê min zarên 13 malbatan hatin teslîm bûn. Hemûyên wan li malên xwe ne, di nav nivînên xwe da ne. Werin êdî ev hesret xilas bibe. Xêra PKKyê nagihîje tu kesî."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE