"Li ku derê karekî xêrê hebe CHP li hember disekine"

Erdogan li Beyoglu Camîkebirê di Merasima Xîmdanînê ya Tersane Stenbolê da axivî.

"Li ku derê karekî xêrê hebe CHP li hember disekine"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê Projeya Tersane Stenbolê da destnîşan kir ev proje wê him qîmeta navê Stenbolê zêde bike û him jî wê feydeyeke mezin bide qezenca turîzma Tirkiyeyê.

Erdogan li Beyoglu Camîkebirê di Merasima Xîmdanînê ya Tersane Stenbolê da axivî.

Serok Erdogan der barê Projeya Tersane Stenbolê da destnîşan kir ev proje wê him qîmeta navê Stenbolê zêde bike û him jî wê feydeyeke mezin bide qezenca turîzma Tirkiyeyê û wiha got: "CHPyê mîna hemû xebatên ku em li Stenbol û bajarên din dikin ji bona vê projeyê jî serî mehkemeyê xist. Di Navenda Çandê ya Ataturk da jî heman tiştî kirin. Heman tişt ji bona Navenda Kongreyê ya Harbiyeyê jî kirin. Lewra karê wan astengkirin e. Li ku derê karekî xêrê hebe CHP li hember disekine."

Serok Erdogan diyar kir gelek girîng e ku projeya Tersane Stenbolê hatiye vê astê û got ku lewra rewşa heyî ji bona kesên ku dijî xizmet û veberhênanê derdikevin derseke baş e.

Serok Erdogan di xeberdana xwe da balê kişand ser rewşa Kendava Îzmirê û wiha peyivî: "Niha li Kendava Îzmirê mêze bikin. Mixabin ji ber bêhnê meriv nikare ji kendavê derbas bibe. Halê berê yê xelîcê çi be yê Kendava Îzmirê ew e. Loma jî em dibêjin şaredarî karê AK Partiyê ye û em Îzmirê jî qezenc bikin û bikin dereke xweş û pak."

Erdogan di berdewamiyê da destnîşan kir wê Xeta Rêhesinê ya Behra Reş ya Peravê Dekovîlê-Xelîc-Kemerburgazê bidin çêkirin.AA

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 09:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE