"Li ku dera dinyayê derbekerek hebe em li dijî wê ne" 

Serok Erdogan li Erzurumê di Civîna Danasîna Namzedên Şaredariyê axivî...

"Li ku dera dinyayê derbekerek hebe em li dijî wê ne" 

Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan got: "Em li hêviya sozê avakirina tesîsa herêma tampon in. Divê ev daxwaza me di çend mehan da were cih. Ev herêma tampon teqez hewcedariyeke girîng e, heke nebe em ê vê herêmê ava bikin."

Erdogan di Civîna Nasandina Namzedên AK Partiyê yên Erziromê da ku li Eywana Hokêya Cemedê ya Yakutiyeyê hat kirin da axivî û destnîşan kir ku ew ji hêla siyasî û mirovahî va dikevin bin barê her bûyera li herêmê diqewime.

Serok Erdogan got ku ew tu carî li cem derbekeran cih nagirin û wiha pê da çû: "Me tu carî li cem derbekeran cih negirt û ji niha pê va jî em ê cih negirin, li ku dera dinyayê derbekerek hebe em li dijî wê ne."

Erdogan ragihand ku deq û dolabên li ser welêt kêm nabin û wiha domand: "Me bersiva wan kesên sed sal berê digotin qey ew ê bikaribin van deran ji me bistînin li Çanakkaleyê, li Kutil Amareyê û bi Şerê Serxwebûnê da. Qir û qafên xwe berhev kirin û çûn lê çavê wan di vir da ma. Hesabên wan ên li ser welatê me û miletê me neqediyan."

Di mijara têkoşîna li dijî terorê da Serok Erdogan got ku ew têkoşîn bênavber dewam dike û wiha dewam kir: "Me ew li Cûdiyê, li Qendîlê, li Tendûrekê û li Gabarê çal kirin. Wan çal kolan me ew di wan çalan da binax kirin. Ji vir şûn da jî em ê wan binax bikin. Ew kesên bi hezaran kîlometre ji dûr va hatine û li pêş çavê me çek dane ser hev ji bo rê li hewla me ya ku em ji bo parastina heq, hiqûq û parastina xwîşk û birayên xwe yên sînorê me li hev dinihêre, bigirin çil qewsî didin xwe."

Serok Erdogan li ser îxtimala bûyerên terorê Mutabaqata Edeneyê bi bîr xist û got: "Hewce nake ku hin kes gazî me bikin, di sala 1998an da me bi Mutabaqata Edeneyê ev yek îmze kiribû. Ev îmze di rûdaneke nexweş da rê li Tirkiyeyê vedike ku bikare bikeve wan deran."

Di mijara herêma ewle da jî Serok Erdogan got: "Kontrolkirina çalak a li qadê divê di destê me da be. Ji bilî vê wek Tirkiye deriyê me ji hemû pêşniyazên çareseriyê ra girtî ye."AA

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE