Şaredariya Bajarê Mezin Diyarbekirê ji bo ku bajêr paqijtir û rêkûpêktir bixuyê, li ser kuçe kolan û xaçerêyan dest bi paqijiyê kir.
Di xebatên paqijiyê ku bi destê Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê hatin destpêkirin da Xaçerêya Qamişloyê bi ava guvaştî hat şûştin. 3 ekîp û 3 wesayît beşdarî xebatên paqijiyê bûn. Herwiha ji bo ku trafîq asteng nebe, ekîban xebatên xwe bi şev kirin.
Di çarçoveya xebatan da kuçe kolan û xaçerêyên bajêr bi ava guvaştî hatin şûştin û herwiha peyarêyên li rexê rê jî hatin şûştin.
Xebatên ku li navçeya Baxlarê li taxa Baxcilarê dest pê kirin, paşê dê li noqteyên din ên serekî yên bajêr dewam bikin.AA