Civîna bi serokatiya Serokkomarê Türkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a gotûbêjkirina tedbîrên ji bo şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) dest pê kir.
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Wezîrê Edaletê Abdulhamit Gul, Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçuk, Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Murat Kurum, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatih Donmez, Wezîrê Ciwanî û Werzişê Mehmet Kasapoglu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusi Akar, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî, Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan, Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Mehmet Cahit Turhan, Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun, Serokê YOKê Yekta Saraç, Berdevkê Serokomariyê Îbrahim Kalin û Serokê Karûbarên Diyanetê Ali Erbaş û endamên Lijneyên Polîtîkayên Tenduristî û Xurek beşdarî civîna li Kuliyeya Serokomariyê bûn.
Di civînê da geşedanên dawîn ên der heqê şewbê da û herwiha tedbîrên ku dê bên sitandin dê bên gotûbêjkirin.
AA