Serok Recep Tayyîp Erdogan: "(Li Lîbyayê) Peymana agirbestê ya hat kirin agirbesteke payebilind nîne. Ev agirbest wê çiqas mayînde be dê bi demê ra eşkere bibe."Erdogan: "(Şewba vîrusa koronayê) Maske, mesafe û paqijî. Divê em bi baldarî hereket bikin û baldar bin."
Erdogan: "Stenbol di şewba vîrusa koronayê yek ji wan bajaran e ku herî zêde lê belav bûye. Divê em di vê mijarê da têkoşîna xwe hê zêdetir bidomînin."
Erdogan: "(S400) Ev ceribandin rast in, hatin kirin û tên kirin. Helwesta Amerîkayê qet me eleqedar nake."
Erdogan: "Di encama xebatên Lijneya Zanistê da wê çi tevdîr bên hildan, dê agahiyê bidin me jî û em ê jî li gor wan gavên xwe biavêjin."
Erdogan: "(Êrîşên Ermenistanê yên dijî Azerbeycanê) Li gor baweriya min herî kêm bi qasî Rûsyayê heqê Tirkiyeyê jî heye ku ji bona aştiyê li wir be."
Erdogan: "Di destê Yewnanistanê da S-300 hene, dev ji ceribandinan berdin diemilînin. Amerîka tiştekî wiha ji wan dipirse?"
Serokomar Erdogan: "Bi taybetî ji ber ku çeka Rûsyayê ye xuya ye ev begefendî aciz dibin. Em biryardar in û em ê bi heman awayî di rêya xwe da bimeşin."
AA