"Li Libyayê hebûna Türkiyeyê hêviyên aştiyê zêde kir"

Erdogan: "Li Libyayê hebûna Türkiyeyê hêviyên aştiyê zêde kir. Di bin navê têkoşîna dijî terorê da kîjan lîstik tên lîstin em dibînin."

"Li Libyayê hebûna Türkiyeyê hêviyên aştiyê zêde kir"

Erdogan: "Li Libyayê hebûna Türkiyeyê hêviyên aştiyê zêde kir. Di bin navê têkoşîna dijî terorê da kîjan lîstik tên lîstin em dibînin."

"Di mijara Libyayê da gavên me avêtin mîzanek ava kir. Him li qadê û him jî li maseyê emê piştgiriyê bidin pêvajoya siyasî."

"Heke em dewleteke bihêz bin, wek dewleteke bihêz ji me gelek daxwaz hene. Türkiye mifteya aştiyê ye."

"(li Libyayê) heke guh bidin agirbesta ku me û Putîn bangewaziya wê kir, pêşiya pêvajoya siyasî jî wê vebe."

"Çima Mîçotakîs Xefter vexwende Yewnanistanê? Ji bo ku me tehrîk bike gazî wî kir."

"Ew yek watedar e ku Hafter deq îmze nekirin. Bûyer bi şahidiya beşdaran bi awayê devkî ma. Înşelah encama wê dê bixêr be."

"Pêşengekî got 'Miçotakis dixwaze ku cardin navbera xwe û we çêke'. Min got 'Bira pêşiyê vê şaşiya xwe rast bike, paşê axaftina me hêsan e.'"

"(Serokê MÎTê Fîdan) Di warê îstixbaratê da bi Rûsya, Sûriye û Îranê, bi mixatabên xwe ra peywendiyên wî bi serkeftî dewam kirine."

Erdogan ji bo teklîfa dibêjin 'bila YE di mijara Libyayê da bibe kordînator' got 'cihê ku NY hebe, ev nabe" û anî ziman ew dijî vê yekê ne.

"(Sivîlên ji İdlibê koç kirin) Bêhişî ye ku mirov ji wan ra bêje terorîst. Ev, xeletiya ewil a Bay Kemal nîne."

"(Koça ji İdlibê) Ev meriv ji mirinê direvin. Wexta ku min û xanimê ew dayik û 6 zarokên wê li ber têlevîzyonê dîtin, destê me ji erd û ezman qetiya. Em ê çawa ji wan dergûşan ra bêjin terorîst."

"Heke em li herêma di navbera Resuleyn û Tel Ebyadê da dimîne plana xwe bikin rewacê ev der wê bibe bajarên aştiyê."

"(Pêşnûmaya CHPyê) Hê gelek tiştên van wê derên. Vêga ji bo ku ji nav van gemaran derkevin, dixwazin parlamentoyê têxin defikê."

"(Pêşnumaya lingê siyasî yê FETOyê) Qey di AK Parti û MHPê da mirovên wiha hene, de ka îsbat bike. Heger îsbat nekî, nexwe ev li cem te ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE