"Li Lijneya Giştî ya NYê derbarê êrîşên Îsraîlê emê birayarekê bidin derxistin"

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu got, "Li Lijneya Giştî ya NYê ya ku dê bi awayekî derasayî bicive, înşallah emê birayarekê (derbarê êrîşên Îsraîlê) bidin derxistin."

"Li Lijneya Giştî ya NYê derbarê êrîşên Îsraîlê emê birayarekê bidin derxistin"

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir ku di temasên xwe yên li Erebistana Siûdî de biryar dane ku diyaloga di navbera herdu welatan de bidomînin û herwiha anî ziman ku êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezze û Mizgefta Eqsayê jî nirxandine.

Wezîr Çavuşoglu piştî civîna dualî ya digel Wezîrê Karê Derve yê Erebistan Siûdî Feysel bin Ferhan Al Siûd û civîna di navbera heyetan de nirxandin kirin.

Çavuşoglu anî ziman ku civîneke gelekî safî û dilsoz li dar xistine û herwiha biryar dane ku diyaloga di navbera herdu welatan de bidomînin.

Wezîr Çavuşoglu destnîşan ki ku êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezze û Mizgefta Eqsayê nirxandine û got, "Em her car şermezar dikin, lê ummet li hêviyê ye ku em gavê biavêjin."

Çavuşoglu herwiha derbarê êrîşên Îsraîlê de got, "Li Lijneya Giştî ya NYê ya ku dê bi awayekî derasayî bicive, înşallah emê birayarekê bidin derxistin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE