Li Maltepeyê jimartina dengan berdewam e

Li Maltepeyê di hemû sandoqan da jimartina dengên Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê berdewam e

Li Maltepeyê jimartina dengan berdewam e

Li Maltepeya Stenbolê di hemû sandoqan da jimartina dengên Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê berdewam e.

Li gorî agahiyê, di hejmartinên pusuleyên dengan ku li Navenda Çandê ya Maltepe Turkan Saylanê berdewam e da heta niha ji 1089 sandoqan jê 742 hatin jimartin û herwiha hat ragihandin ku şixulê hejmartina dengan ji 2 lijneyan derxistin 12 lijneyan.

Ji aliyekî din va jî şixulê hejmartina dengan ku duh derengiya şevê navber danê, îro serê sibehê cardin dest pê kir.

Li ser îtiraza ku AK Partiyê li Maltepeyê ji bo Hilbijartinên Giştî yên Rêveberiyên Herêmî yên 31ê Adarê kiribû, Lijneya Bilind a Hilbijartinê biryar dabû ku di 1089 sandoqan da pusuleyên dengan ên Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê dubare bên jimartin.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE