Li Maltepeyê jimartina dengan dîsa dest pê kir

Li Maltepeya navçeya Stenbolê piştî ku lijneyên hilbijartinê yên 1em û 2yem bi pirdengî biryar dan ku jimartina hemû reyên heta niha li termînalan hatine jimartin werin betalkirin û şûnda, jimartina reyan cardin dest pê kir.

Piştî biryar hat dayîn ku jimartina lijneyên hilbijartinê yên navçeyê kirine derbasdar in û bêyî ku termînala nû were avakirin lijneyên hilbijartinê yên navçeyan wê bixwe cardin bijmêrin û şûnda du lijneyan jimartina dengan cardin da destpêkirin.

Li gor vê nêzî ji 6 paran 5 parê hemû reyan (576 sandoq) wê cardin ji aliyê lijneya hilbijartinê ya navçeyê va werin jimartin.

Li Maltepeya navçeya Stenbolê lijneyên hilbijartinê yên 1em û 2yem bi pirdengî biryar dabûn ku jimartina hemû reyên heta niha li termînalan hatine jimartin werin betalkirin. CHPyê ji bo vê biryarê îtiraz kiribû, xwestibû ku biryarên lijneyên hilbijartinê yên 1em û 2yem yên Maltepeyê ji binî va werin rakirin û ji bo jimartina reyan 100 termînalên cuda werin avakirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE