Li Maltepeyê piştî jimartina rayên Hilbijartina Giştî ya Rêvebiriyên Herêmî ya 31ê Adarê qediyan, niha pevgihandin û qeydkirina wan tê kirin.
Li Maltepeyê jimartina rayên 1089 sandiqan ên ji bo Şaredariya Mezin a Bajarê Mezin ê Stenbolê hatibûn dayîn di saet 00.22an da temam bûn.
Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê piştî jimartina rayan ji bo ku rayên bi îmze bên qeydkirin serê sibê dest bi xebatan kir.
Dema hemû ray hatin qeydkirin ewê teslîmî Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr bikin.
AA