Li Marmarîsê ji hewa û bejayê va midaxeleyî şewata daristanê dikin

Li Marmarîsê ji hewa û bejayê va midaxeleyî şewata daristanê dikin

Li Marmarîsa navçeya Muglayê ji hewa û bejayê va midaxeleya şewata daristanê dewam dike.

Di 21ê hezîranê da li texma Bordubetê ya taxa Hîsaronuyê agir bi daristanê ket û şewat hê dewam dike.

Gelek ekîban bi şev ji bejayê va midaxeleyî agir kir.

Ji ber ku agir nêzî Tesîsa Depokirina Rêkûpêk a Bermayiyên Hişk a Şaredariya Bajarê Mezin a Muglayê bû, ekîbên daristan û îtfaiye ji bo ku pêşiya agir bigirin korîdora ewlehiyê vekir.

Ji şeveqa sibehê va ji hewa va jî midaxeleyê dest pê kir.

Ekîb ji bo ku agir bitemirînin, bê navber dixebitin.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û Wezîrê Çandinî û Daristanê Vahît Kîrîşçî jî li herêmê xebatên temirandina agir dişopînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE