Li Meletiyê di wesayîtekê da 28 kîlo 26 qiram teqemeniya paketkirî ya ku dibêjin quweta wê zehf zêde ye û pergala bombeyê hatin girtin, ajokar hat binçavkirin.
Ekîbên midûriyeta Ewlekariya Bajêr li ser rêbeja Elezîz-Meletiyê li ser şikê wesayîtek dan sekinandin.
Di lêgerîna da 28 kîlo 26 qram teqemeniya wekî 30 paketî di depoya sotemeniyê ya wesayîtê da hatibû veşartin, 2 amûrên kontrolê yên agahiyên bikaranînê li ser hatine nivîsandin û 5 funyeyên bi ceyran hatin girtin.
A.R.U.yê ajokarê wesayîtê hat binçavkirin.
Hat ragihandin ku şikbar Alîkarê Serokê Navçeya Baxlarê yê Partiya Herêmên Demokratî ê berê ye.
- Li Diyarbekirê 4 kes hatin binçavkirin
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Meletiyê, li ser şikbar 6 hezar û 985 lire pere, kartên bankeyan yên li ser navê kesên din hatine amadekirin, kartvizît, têlefona desta hatin girtin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Ji bo derdestkirina kesên bi şikbar ra têkildar in ên li Diyarbekirê telîmatên Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê dan me şand Midûriyeta Ewlekariya Diyarbekirê. Di xebatên wezifedarê Midûriyeta Ewlekariya Diyarbekirê da 4 şikbar hatin binçavkirin. Di lêgerînên operasyonê da debançeyeke bêruxset, amûrên dijîtal hatin girtin û lêpirsîn hê dewam dike."
AA