Wezîrê Parastinê Hulusî Akar derbarê terora li minbîcê de axivî û got “terorîst wê bikevin kort û çalên xwe.” Akar destnîşankir ku heta niha bi emerîkayê re 67 dewriye hatine avêtin û xebat bi koordîne dewam dikin.
Wezîrê Parastinê Hulusi Akar: Yekîneyên Tirkiye û Emerîkayê ji 18ê Hezîranê vir ve di navbera herêmên mertala firadê û Minbîcê de dewriye avêtine û heta niha 67 dewriye temam bûne. Faeliyetên dewriyeyê bi Emerîkayê re bi koordîne dewam dike, lê karê me serbixwe ye. Perwerdeya hevpar ya hêzên Tirkiye û Emerîkayê, di çarçoveya rênexşeya Minbîcê û rêzikên ewlehiyê de hatine temamkirin. Hedefa dawî ya rênexşeya Minbîcê ew e ku li Minbîcê hebûna PKK/PYD/YPG’ê bi temamî biqede. Digel ku sozên dane me, rêxistina terorî wek Efrînê, li Minbîcê jî kort û çalan dikole. Divê rêxistina terorî bizanibe ku wê bi xwe bikeve van kort û çalan.