Li Baregaha Serekaniyê merasim hat lidarxistin û nîşanên rutbeyan ên nû dan subay û astsubayên ku di Artêşa Tirkiyeyê da terfiyê rutbeya bilindtir bûn.
Akar diyar kir ku wezîfeya pêşîn a Artêşa Tirkiyeyê têkoşîna terorê ye û wiha dewam kir: "Heta ku terorîstê dawîn neyê berterefkirin, têkoşîna me ya terorê wê kuta nebe."
Akar wiha got, "Dijî DEAŞê bi tenê em li bêjayê hatin hemberî hev. Yên din ji esman, ji wir û an ji vir bi wan re ketin têkoşînê. Hevalên me li sehayê bi wan re şer kirin û ji yên radîkal bi qasî 3 hezar kes li herêma ku lê bûn berteref kirin."
Akar got ku ji bo ewlehî û îstiqrara Îdlibê Artêşa Tirkiyeyê di çarçoveya pêvajoya Astanayê da 12 baregehên çavdêriyê vekirin û wiha got:
"Berî ku agirbest xerab bibe em hewl didin ku ewlehiya 3,5-4 milyon mirovî çêbe, alîkarî werin kirin û êrîş werin rawestin."
- Rewşa dawîn a li Minbicê
Akar der heqê rewşa dawîn a li Minbicê da jî wiha got: "Hêdî be jî pêşveçûnek heye. Em herdem ji muxatabên xwe re dibêjin û dixin bîra wan ku divê YPG/PKK herêmê biterikîne."
Akar piştî axaftina xwe
Di çarçoveya biryarên Şêwra Eskerî ya Bilind da Fermandarê Hêzên Behrê Koramîral Adnan Ozbal bû oramîral, Fermandarê Artêşa 2yem Korgeneral Metîn Temel bû orgeneral û Akar nîşanên wan ên rutbeyê dan wan.
Di çarçoveya merasimê da 20 general/amîral, 131 subay û 27 astsubayan îşaretên xwe yên rutbeyê yên nû hildan.
AA