Li Moskovayê Civîna 'Sûriyê' qediya

Piştî civînê Wezîrê Karên Derva Mevlût Çavuşoglu û  Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov daxuyanî dan.

Li Moskovayê Civîna 'Sûriyê' qediya

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku di mijarên li ser herêmê û Sûriyeyê da ew ê bi Rûsya û Îranê ra hevkariya nêz bidomînin û wiha axivî: "Îradeya me ya hevpar heye ku axa Sûriyeyê ji hemû rêxistinên terorê were paqijkirin."

Wezîr Çavuşoglu piştî civîna li Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi heyeta Ûrisan ra kir bi Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov ra daxuyanî da çapemeniyê. 

Çavuşoglu diyar kir ku civîna bi Ûrisan ra kêrhatî derbas bû û wiha axivî: "Me di civînê da li ser pêvajoya Astana û Soçiyê, gavên hetanî nika avêtin û ji îro şûnda dikarin çi bikin xeberda."

Wezîr Çavuşoglu destnîşan kir ku di civînê da meseleya vekişandina ji Sûriyeyê ya Amerîkayê nirxandin û wiha pê da çû: "Wekî mayîn me biryardariya xwe ya di mijara têkoşîna dijî teorê da dîsa anî rojevê. Îradeya me ya hevpar heye ku axa Sûriyeyê ji hemû rêxistinên terorê were paqijkirin."

Wezîr Çavuşoglu bal kişand ser girîngiya parastina yekîtiya erdên Sûriyeyê û wiha pê da çû: 

"Îradeya me ya hevpar heye ku axa Sûriyeyê ji hemû rêxistinên terorê were paqijkirin. Wek garantorên Astanayê em yekbûna axa Sûriyeyê û yekîtiya siyasî diparêzin û li hember hemû hewldanên ku dijî vê derdikevin. Di mijara Sûriyeyê û mijarên herêmî da wê hevkariya me ya bi Rûsya û Îranê ra ji nêz va bidome."

ji axaftina Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov:

"Ji bo li Sûriyeyê talûkeya terorîstan ji holê rabe me li ser kordînasyona yekîneyên xwe li hev kir."

 "Me li hev kir ku ji bona şert û mercên ku penaber vegerin welatê xwe çêbin em xebatên xwe zêde bikin."

Dîroka nûkirinê: 29 Kanûn 2018, 16:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE