Li Mûşê malbatan çalakiya xwe ya li ber avahiya HDPyê domandin

Li Mûşê malbatên ku zarokên wan revandine çiyê çalakiya xwe ya li ber avahiya HDPyê domandin

Li Mûşê malbatan çalakiya xwe ya li ber avahiya HDPyê domandin

Li Mûşê malbatên ku HDPyê wekî berpirsê revandina zarokên xwe dibînin, li ber avahiya serokatiya parêzgehê ya HDPyê çalakiya rûniştinê kirin.

Malbatên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe, her hefte roja çarşemê li ber avahiya HDPyê tên cem hev, pankartên "Partiya Dijminê Gel", "Çi HDP çi PKK", "Ewladê min bide min", "Dayik têdikoşin", "Êdî bes e dest ji pêsîra me bikişînin" û "Bes e êdî ewladên me berdin" vekirin.

Malbatên ku wêneyên zarokên xwe bilind kirin, bangî ewladên xwe kirin ku teslîm bibin û bertek nîşanî HDPyê dan.

Malbatan her wisa bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.

Dayik Gulbahar Tekerê ji rojnamegeran ra diyar kir, heya zarokek jî li çiyê bimîne çalakiya wan dê bidome û wiha got, "Em li vir in, em naçin. Ez zarokan ji HDPyê dixwazim. Ev zarok bira êdî werin, bira dayik negirîn. Bira werin teslîmî dewletê bibin. Em ji HDP û PKKyê natirsin."

Şemsettin Ozcanê bav jî diyar kir ku çalakiya wan dê heya dawiyê bidome û wiha got, "Em ji hemû partiyan ra dibêjin, werin piştgiriyê bidin me. Bira zarokên me bidin. 6 sal e min rûyê zarokê xwe nedîtiye. Em zarokên xwe ji HDPyê dixwazin. Li pey HDPyê neçin. Piştgiriyê nedin HDPyê. Em ji malbatên şehîdan ra dibêjin, werin piştgiriyê bidin me."

Serokê Komeleya Astengdarên Bedenî ya Mûşê Bedri Korkmaz û endamên komeleyê, dayikên beşdarên çalakiyê ziyaret kirin û piştgirî dan wan.

Serok Korkmaz jî wiha axivî, "Divê herkes piştgiriyê bide van dayikan. Em xwe têxin şûna wan. Di Hefteya Astengdaran da em bawer in ku balkêşana herî mezin ew e ku em werin vir û piştgiriyê bidin malbatan. Em dixwazin herkes were vir. Pêvajoya malbat tê ra derbas dibin, pir dijwar e. Em timî li cem malbatan in û em ê li cem bin jî. Me gelek carî li Diyarbekirê dayik ziyaret kirin. Niha jî li vir em li cem wan in."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE