Li Mûşê çandiniya gulberojan randûman dide. ihsan balliyê ku li kopa muşê cotkariyê dike, 1000 donim erdê xwe kir gulberoj. balli dibêje ji gelek ciyan ji bo berên me bikirin, gelek kes tên bazariyê dikin.
Îhsan Balli li Kopa Mûşê xwedî 12 hezar donim erd e û bi cotkariyê re mujil e.
Balli her sal erdê xwe dike genim, ceh û gulberoj.
mirov dikare bibêje ku li derûdora Mûşê tenê İhsan Balli çandiniya gulberojan dike.
Balli dibêje ku em randûmaneke baş ji gulberojan werdigrin û ji Herêma Behrareş û Amedê elaf tên berê me dikirin.