Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo Myanmarê Christine Schraner Burgenerê ragihand, di xwepêşandanên dijî derbeyê da bi tenê duh 38 kes hatin kuştin ku heta niha jî 50yî zêdetir kes hatin kuştin.
Burgenerê di civîna çapemeniyê da destnîşan kir, ji roja ku derbe bû û heta niha, roja herî "bixwîn" duh bû.
Burgenerê diyar kir ku bi tenê duh 38 kes hatin kuştin û wiha got, "Ji roja ku derbe çêbû û heta niha 50yî zêdetir kes hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn."
Burgenerê her wisa diyar kir ku heta niha bi qasî 1200 kesî hatin binçavkirin û bangî civaka navneteweyî jî kir ku bibe yek û li dijî derbeya li Myanmarê derkeve.
Ji aliyê din va Konseya Ewlekariya NYyê dê roja înê bicive û derbeya li Myanmarê û geşedanên li dû wê, gotûbêj bike.AA