Li Pakistanê namzedê mixalefetê Şahbaz Şerîf wek serokwezîr hat hilbijartin

Piştî daxuyaniya Qureyşî 120î zêdetir parlamenterên PTIyê ji meclisê derketibûn û daxuyandibûn ew ê li dijî "hikûmeta îdxal" dakevin kolanan.

Li Pakistanê namzedê mixalefetê Şahbaz Şerîf wek serokwezîr hat hilbijartin

 Li Pakistanê namzedê mixalefetê Şahbaz Şerîf di dengdayîna meclisê da wek serokwezîr hat hilbijartin.

Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî, piştî ku Serokwezîr Îmran Xan bi dengên pênebaweriyê bi awayekî fermî ji wezîfeyê hat dûrxistin şûna wî îro li meclisê dengdayîn çêbû.

Di dengdayînê da serokê Lîga Nawazê ya Misilmanan a Pakîstanê (PML-N) Şahbaz Şerîf 174 deng hilda û wek serokwezîrê 23emîn ê welêt hat hilbijartin.

Wezîrê Karên Derva yê berê Şah Mehmûd Qureyşiyê ji Partiya Tevgera Edaletê ya Pakistanê (PTI) beriya dengdayînê daxuyandibû ku ew hilbijartinê boykot dike û ji ber vê îstifa dike. Qureyşî ji ber vê tu deng hilneda.

Piştî daxuyaniya Qureyşî 120î zêdetir parlamenterên PTIyê ji meclisê derketibûn û daxuyandibûn ew ê li dijî "hikûmeta îdxal" dakevin kolanan.

Hikûmeta Îmran Xan fesih bûbû

Li Pakistanê duh di parlamentoyê da dengdayîna pêbaweriyê çebûbû û piştî encamê hikûmeta Îmran Xan fesix bûbû.

Rûniştina ji bo dengdayînê di 9ê Nîsanê da bi saeta herêmî di saet 11.30î da dest pê kiribû duh di saet 01.00î da dawî bûbû.

Di dengdayîna ku li meclisê çêbûbû da hikûmeta Îmran Xan 174 dengên "na"yê hildabû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE