Fransa piştgiriyê dide rêxistina terorî pkk/ypg’ê. Serokkomar Emmanuel Macron komeke ypg/pkk’yî li qesra Elyseeyê ezimand. piştî civîna skandal daxuyaniya “Fransa, girîngiyê dide ewlehiya Tirkiyeyê” hat. Enqereyê bertek nîşan da û civîna Serokkomar Macron a bi koma ypg/pkk’yiyan re şermezar kir.
Fransa him piştgiriya siyasî him jî ya leşkerî dide rêxistina terorî PKK/YPGê.
Serokkomar Emmanuel Macron careke din terorîst li Qesra Elyseeyê ezimandin.
Komeke YPG/PKKyî bi Macron re hat cem hev.
Piştî civîna skandal ji Qesra Elyseeyê daxuyanî hat.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:”Rêvebiriya Macron giringiyê dide ewlehiya Tirkiyeyê û kêmkirina rageşiya li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê.”
Tirkiyeyê bertekeke mezin nîşanî civîna skandal da.
Berdevkê Wezareta Karên Derve Hami Aksoy, ji aliyê Macron ve ezimandina desteya HSDê ya di bin banê PYD/YPGyê de şermezar kir.
Hami Aksoy destnîşan kir ku ev hewla ji bo meşrûkirina şaxên rêxistina terorî li dijî têkiliyên mutefîqtiyê ye û gaveke gelek xelet e.
Fransa piştî biryara vekişîna Emerîkayê ya ji Sûriyeyê jî eşkere kiribû ku dê piştgiriya wan a ji bo rêxistina terorî dewam bike.
Artêşa Fransayê li Sûriyeyê li 9 deveran hebûna xwe didomîne.
Di nav van herêman de fabrîqeya Lafariyê ya Fransayê û devera neftê ya Kabîbayê jî hene.
200 leşkerên Fransayê yên tevî endamên hêzên taybet bi rêxistina terorî PKK/YPGyê re xebatan dikin.