Li Qazaxistanê hêza aştiyê ya KGAOyê wê 2 roj şûnda ji welêt vekişe

Tokayev di parlamentoyê da axivî û li ser rewşa welêt daxuyanî da.

Li Qazaxistanê hêza aştiyê ya KGAOyê wê 2 roj şûnda ji welêt vekişe

 Serokomarê Qazaxistanê Qasim Comert Tokayev diyar kir, eskerên hêza aştiyê ya Rêxistina Peymana Ewlehiyê ya Kolektîf (KGAO) wê 2 roj şûnda peyder pey ji Qazaxistanê derkevin.

Tokayev di parlamentoyê da axivî û li ser rewşa welêt daxuyanî da.

Tokayev diyar kir ku li dijî Qazaxistanê şerekî terorê dan destpêkirin, li dijî terorîstan qonaxa herî dijwar a operasyonê derbas bû û li welêt îstiqrar çêbû.

Tokayev bi bîr xist, ji ber rewşa welêt wan ji Rêxistina Peymana Ewlehiyê ya Kolektîf (KGAO) ku ew jî endam in, daxwaza alîkariya eskerî kir û wiha dewam kir, "Qazaxistanê wekî yasayî ji şirîkên xwe yên KGAOyê daxwaza şandina hêza aştiyê kir. Dema ku ev biryar hat dayîn, piçek mabû ku Almati bi temamî ji destê me derkeve. Heke Almati ji destê me biçûya, paytext û paşê hemû welêt wê têk biçûya."

Tokayev daxuyand ku hêza aştiyê ya KGAOyê mîsyona xwe bi serkeftî kuta kir û wiha dewam kir, "Hêza aştiyê ya KGAOyê 2 roj şûnda wê peyderpey ji Qazaxistanê derkeve, vekişîna wan wê herî zêde 10 rojan dewam bike."

Bi biryara KGAOya Konseya Ewlehiyê ya Kolektîf li Qazaxistanê 2 hezar û 300 esker û 250 techîzat hatibûn bicihkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE