Li Qehremanqazanê qezaya trafîkê: 6 mirî, 3 birîndar

Li Qehremanqazanê di qezaya trafîkê da 6 kes mirin, 3 kes birîndar bûn

Li Qehremanqazanê qezaya trafîkê: 6 mirî, 3 birîndar

Li Qehremanqazana navçeya Enqereyê 2 texsî li hev qelibîn û di qezayê da 6 kes mirin, 3 kes birîndar bûn.

Wesayîta bi plaqeya 26 PU 096 a Yusuf Ogut diajot li kîlomêtroya 16an a rêbejaya Qehremanqazan-Enqereyê bi wesayîta bi plaqeya 06 CBK 256 a Mustafa T diajot va li hev qelibî.

Di qezayê da Ogutê ajokar û Sultan Ogut (56), Nevzat Ogut (37), Burcu Saglam (28), Nezahat Cibiroglu (40)ya di heman wesayîtê da û Abdullah Koçbaşê (37) di wesayîta din da mirin, Mustafa T, Mehmut P. û Mahmut B. birîndar bûn.

Birîndar rakirina nexweşxaneyên li Enqereyê, cinaze jî piştî lêkolîna dewsa bûyerê ya dozgerê komarê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qehremanqazanê.

Hat diyarkirin ku 5 kesên di heman wesayîtê da mirin ji bo serxweşiya merivên xwe ji Eskîşehirê dihatin Qehremanqazanê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE