Li Qerebaxa Çiyayî ji bo guherandina hêsîr û cinazeyan agirbest hat îlankirin

Bi daweta Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê û navbeynkariya Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê va Ceyhun Bayramovê Wezîrê Karên Derva yê Azerbeycanê û Zohrab Mnatsakanyanê Wezîrê Karên Derva yê Ermenistanê ji bo li ser Qerebaxa Çiyayî ya di dagiriya Ermenistanê biaxivin li Moskovayê kom bûn.

Li Qerebaxa Çiyayî ji bo guherandina hêsîr û cinazeyan agirbest hat îlankirin

Azerbeycan û Ermenistanê bi armanca mirovahiyê ji bo guherandina hêsîran û cinazeyan li hev kirin ku îro ji saet 12.00an pê va agirbest were pêkanîn.

Bi daweta Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê û navbeynkariya Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê va Ceyhun Bayramovê Wezîrê Karên Derva yê Azerbeycanê û Zohrab Mnatsakanyanê Wezîrê Karên Derva yê Ermenistanê ji bo li ser Qerebaxa Çiyayî ya di dagiriya Ermenistanê biaxivin li Moskovayê kom bûn.

Piştî civîna ji 10 saetî zêdetir li Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê dewam kir Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê bi tena serê xwe daxuyaniya hevpar xwend.

Lavrov got, "Ji saet 12.00ê 10 cotmeha 2020î (îro) pê va ji bo armancên mirovahiyê bi navbeynkariya Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ji bo guherandina hêsîr, girtî û cinazeyan agirbet hat îlankirin."

Lavrov diyar kir ku ew ê li ser parametreyên agirbestê jî biaxivin, Azerbeycan û Ermenistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkê ew ê dest bi mizakereyan bikin.

Wekî mayîn Lavrov got ku formata pêvajoya mizakereyê neguherî herdu aliyan jî ev teyîd kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE