Li Rojhilatê Anadoluyê li parêzgehên Erdexan, Qers, Erzingan, Tuncelî û Agiriyê Cejna Newrozê hat pîrozkirin.
Li Erdexanê li Parqa Serweriya Neteweyî bi beşdariya Walî Huseyîn Oner û erkanê din ê dewletê bernameya pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin.
Walî Oner û yên di protokolê da birincê bigoşt îkramî welatiyên beşdarî çalakiyê bûn kirin.
Walî xwe ji ser agir ra avêt û digel welatiyan govend gerand.
Qers
Li Qersê jî Newroz li Navenda Çandê hat pîrozkirin. Li vir ekîba Lîstikên Gelêrî yên Kafkasê nimayîş kir, Aşiq û hozanên gel ên Qersî muzîka xwe pêşkêş kirin.
Walî û Wekîlê Şaredar Turker Oksuz jî beşdarî bernameyê bû.
Tuncelî
Li Tunceliyê jî Newroz li Zanîngeha Munzurê bi beşdariya Walî Mehmet Ali Ozkan hat pîrozkirin.
Di bernameyê da ji xeynî walî, erkanê mayîn ê dewletê jî beşdarî pîrozbahiyan bûn.
Erzingan
Li Erzinganê jî pîrozbahî bi hevkariya Walîtî, Şaredarî û Zanîngeha Erzingan Binali Yildirim li Meydana Komarê hatin kirin.
Di çarçoveya bernameyê da agirê Newrozê hat vêxistin, li ser sindiyan hesin hat kutan û nimayişa folklorê hat kirin.
Agirî
Li Agiriyê bi hevkariya Walîtî û Zanîngeha Agirî Îbrahim Çeçenê va Newroz li binkeya zanîngehê hat pîrozkirin. Walî Osman Varol, Şaredar Savci Sayan û erkanê din ê dewletê beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Erzurum
Rektorê Zanîngeha Ataturk Prof. Dr. Omer Çomakli bi minasebeta Cejna Newrozê peyamek weşand û di peyama xwe da got ku ew dixwaze Newroz bi hatina xwe va kêşfxweî û bereketa biharê jî bîne.AA