"Li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê bûyerên asayîşê kêm bûn"

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu: "Bi wesîleya qeyûman destekî wisa ji bo Rojhilat û Başûrê Rojhilatê hat dayîn ku hem demara şah a terorê hat birîn û hem jî îmar û avakirina wê derê bi piranî kuta bû."

"Li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê bûyerên asayîşê kêm bûn"

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu:  "Bi wesîleya qeyûman destekî wisa ji bo Rojhilat û Başûrê Rojhilatê hat dayîn ku hem demara şah a terorê hat birîn û hem jî îmar û avakirina wê derê bi piranî kuta bû. Bûyerên me yên asayîşê yên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê bi rêjeyeke girîng kêm bûn."

"Heger li Tirkiyeyê veberhênan û xizmet bên kirin pêwistî bi ewlehî û hizûrê heye û divê serê însanan rehet be." 

"Heger veberdêrên navneteweyî werin bingeha wê ew e ku Tirkiye xwe di ewlehiyê da hîs bike."

"Heger di 31ê Adarê da hêza me kêm bibe îtifaqa ku telîmatên HDP û PKKyê hene wê çar sal û nîvekê li Tirkiyeyê bikin zindan û biherimînin."

"24ê Hezîranê yê ku HDP derbasî Meclisê kir CHP û Kiliçdaroglu ye. Berpirsiyariya vê, li vê dinyayê jî û li dinyaya din jî di stûyê wan da ye"

 "(Îtifaqa Gel) Qasî me tesbît kiriye HDP bi her awayî piştgiriyê dide vê îtifaqê."

"Hin kes dibêjin 'li Tirkiyeyê problema beqayê tuneye'. Rojek beriya 15ê Tîrmehê gelo li Tirkiyeyê problema beqayê hebû an na? Sê roj beriya bûyerên 6-7ê Cotmehê li Tirkiyeyê problema beqayê hebû an na?"

"94 şaredar ji ber ku bi terorê ra têkildar bûn, loma ji wezîfeyê hatin hildan. 2-3 şaredarên ku têkiliya wan bi terorê ra tuneye hene, me ew hilnedan, midaxaleyî wan nekir. Jixwe ew jî veder kirin."

"Li 94 cihan ji sedî 65an zêdetir ji qeyyûm xweş in. Li şaredariyên normal ev qas ji şaredariyan xweş nînin."

 "Hildana ji wezîfeyê tevdîr e. Ji bona bi derengî nekeve midaxele ye. Ev heqê Wezareta Karên Navxweyî ye. Qanûn û dewletê heqeke wiha daye Wezareta Karên Navxweyî. Rasterast heqeke wiha daye Wezîrê Karên Navxweyî."

"HDPyê 299 namzed ji bo endamê meclisa şaredariyê û endamê meclisa giştî ya parêzgehê dane hemû partiyên di nava îtifaqa ziletê da."

"Kesên dibin çiyê zarokên kê ne? Gunehên wan hemû CHP û îtifaqa zîletê hildide ser xwe û dêtiyê dike."

"(Şaredarên ku bi terorê ra têkildar in) Piştî hat gotin ku alîkarî û piştevanî daye rêxistineke terorê, jixwe li gor hiqûqê wê ji wezîfeyê were hildan û çi hewce bike wê bi cih were. Merivê ku têkeve hindur, êdî nikare şaredariyê bi rê va bibe."

"(HDP) Dixwazin bi hev ra bên îcrayê. Duh ya ku me li Şaredariya Cizîrê, Şaredariya Sûrê, Şaredariya Erdîşê dît, êdî ji Îzmirê heya Bucayê ka kê wê çi qazanc bike, ji Stenbolê ka kîjan şaredarî dê qazanc bike, heya Enqereyê êdî dê li hemû şaredariyan nûnerekî PKKyê, ji Qendîlê dê yek hebe ku dê xeberan bibe bîne û dê îradeyê nîşan bide. Ev tê wê wateyê ku ji PKKyê ra tunelekî vedikin. Nexwe em wê çaxê têkoşîna dijî terorê çima dikin? Em ê vê pirsê ji xwe bikin."

"Di hilbijartina 2019an da gorî hilbijartinên 2014an rêjeya kêmbûna bûyeran ji sedî 88,1 e. Di hilbijartinên 2014an da beşdarbûna çalakiyên siyasî di navbera 1ê rêbendanê û 6ê adarê da 3 milyon û 671 hezar kes e, niha jî 4 milyon û 780 hezar e. Zêdetire ker tevlî çalakiyên siyasî dibin û rêjeya midaxeleyê jî ji sedî 2,6an daketiye ji sedî 0,5an. Di 2014an da 581 bûyerên hilbijartinê qewimîne û di vê heyamê da ketiye 237an."

 "Înşellah bi Îranê ra em ê dijî PKKyê operasyonê bikin."

"CHP, di salên piştî niha da vê serdema di serokatiya Kiliçdaroglu da, ku têkiliya bi PKKyê ra derket asta herî jor da, di dîroka xwe da dê wekî serdemeke reş tewsîf bike. Di siberojê da CHPyî dê behsa serdema Kiliçdaroglu nekin, dê bêjin 'ev ji bo me serdemeke kirêt e."

 "Niha li nav welêt ji 700î kêmtir terorîst hene. Mîna berê nikarin bikevin nav welêt. Ji rêbendanê heta niha 12 kes derbas bûne. Li ser sînoran tevdîrên girîng tên hildan."

 "PKK miseletî serê zarokên 14-15 salî bûye. Em ji kesên ku dixwazin mazûnaviya vê rêxistina bêexlaq bikin û piştgiriyê didin ra çi bibêjin?"

 "(Têkoşîna hişbirê) Me 63 hezar û 611 avahiyên terikandî tesbît kirin. Me heta niha 38 hezar û 592yê van avahiyan şewitand."

"Ez bangî Murat Karayilan dikim. Her sal kataloga qaşo şehîdan diweşînin. Bila ji bo sala 2018an jî biweşînin. Divê mirov bipirse te çima neweşand. Rêxistina terorê heyama herî zehmet a dîroka xwe dijî."

"(FETO) tenê ji 'charter school'an 800 milyon dolar dahatê bi dest dixe. Amerîka vê dahatê bi FETO dide qezenckirin. Ji ber ku destûrê dide, 200 milyon dolar jî wek hîbe berhev dike."

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Adar 2019, 13:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE