Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar der barê geşedanên li Rojhilatê Behra Sipî da wiha got: "Bira tu kes dest neavêje karên ku ji hed û qeweta wan der e. Me heqê xwe bi kesî nedaye xwarin û em nadin xwarin."
Di serokatiya Akar da bi beşdariya Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, fermandarên artêşê û alîkarên Wezîrê Parastina Neteweyî Yunus Emre Karaosmanoglu û Alpaslan Kavaklioglu bi vîdeo konferansê civîn hat kirin.
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar destnîşan kir li Rojhilatê Behra Sipî bira tu kes dest neavêje karên ku ji hed û qeweta wan der e û got ku li i Rojhilatê Behra Sipî me heqê xwe bi kesî nedaye xwarin û em nadin xwarin.
Akar got ku em ji Yewnanistanê dixwazin ku dev ji gewîtî û xweperestiyê berde û hiqûqa navneteweyî, mirovahî û exlaq çi hewce dike li gor wê hereket bike.AA