Li Sakaryayê li nav daristanê teqîn çêbû: 3 esker şehîd ketin

Li Adapazariya navçeya Sakaryayê li nav daristanê teqîn çêbû û li gor agahiyên ewil 3 esker şehîd ketin û 6 kes birîndar bûn.

Li Sakaryayê li nav daristanê teqîn çêbû: 3 esker şehîd ketin

Li Adapazariya navçeya Sakaryayê li nav daristanê teqîn çêbû û li gor agahiyên ewil 3 esker şehîd ketin û 6 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan li texma Taşkisiyê teqîn çêbû û gelek ekîbên tenduristî, îtfaiye, ewlehî, AFAD û UMKEyê sewqî ciyê bûyerê kirin.

Li herêmê xebatên ekîban didome.

Waliyê Sakaryayê Çetîn Oktay Kaldirim der barê teqîna li Sakaryayê da got ku gava teqemeniyên fabrîqeya fişekên hewayî ya li Hendekê ku di 3yê Tîrmehê lê teqîn çêbûbû dihatin sewqkirin teqîn çêbû.

Çetîn Oktay Kaldirim diyar kir ji ber teqînê 3 şehîd û 6 birîndarên wan hene û got ku rewşa kesekî jî giran e.

Ji Wezareta Karên Navxweyî daxuyanî

Wezareta Karên Navxweyî der barê teqîna li Sakaryayê da diyar kir teqemeniyên fabrîqeya fişekên hewayî gava ji bona bikontrol bên teqandin ji kamyonê dihatin peyakirin çêbû û ji ber teqînê 3 personelên cendirmeyan şehîd ketin û 6 personel jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da wiha hat gotin: "Li taşxaneya li Taxa Taşkisigi ya li Hendeka navçeya Sakaryayê li ser telîmata Serdozgeriya Komarê wê teqemeniyên fabrîqeya fişekên hewayî bihata teqandin. Teqîn teqemeniyên fabrîqeya fişekên hewayî gava ji bona bikontrol bên teqandin ji kamyonê dihatin peyakirin çêbû. Di teqînê da 2 jê ji tîma îmhekirina madeyên teqemeniyê 3 personelên me yên cendirmeyan şehîd ketin û 6 personelên me jî birîndar bûn."

Wek mayîn Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ji bona der barê teqîna ku ji ber wê şehîd û birîndar hene da lêkolînê bike diçe Hendeka navçeya Sakaryayê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE