Li Şanliurfayê qeza: miriyek û 28 birîndar

Li Şanliurfayê otobêsa rêwiyan ya ku tê da kesên ji Iraqê hebûn wergeriya: miriyek û 28 birîndar.

Li Şanliurfayê qeza: miriyek û 28 birîndar

Li Şanliurfayê otobêsa rêwiyan ya ku tê da kesên ji Iraqê hebûn welgeriya şerampolê, kesek mir, 28 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan otobêsa ji Merdînê ber bi Şanliurfayê diçû û nasnameya şofêrê wê ne diyar e û plaqeya wê jî ya Iraqê ye, li taxa Terziyê welgeriya şerampolê.

Di qezayê da 29 kesên ji Iraqê birîndar bûn. Tîmên 112 rewşa acilê û UMKEyê birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr. Îbad Ednan Ebasê ku rewşa wî giran bû, li Nexweşxaneya Zanîngeha Heranê digel hemû midaxeleyan xilas nebû.

Hat tespîtkirin rêwî ji Silêmaniyeyê hatibûn ku ji bo gerê herin Samsunê.

Ji ber qezayê alavên di otobusê da belayî dewrûberê bûn. Hêzên ewlekariyê alavên rêwiyan berhev kirin û hildan parastinê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE