Li Şanlıurfayê şerê çekdarî: kuştiyek û 3 birîndar

Li Rihayê di şerê çekdarî ya ku di navbera du koman derket de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Li Şanlıurfayê şerê çekdarî: kuştiyek û 3 birîndar

Li Rihayê di şerê çekdarî ya ku di navbera du koman derket de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li Taxa Osmanliyê di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn nîqaş derket û mezin bû û şer derket.

Di şerê ku çek, kevir, çov û balte hat bikaranîn de Mahmut, Mesut, Muslüm û Murat Dag birîndar bûn. Di dema şer de hin wesayîtan xisar dît.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Şanlıurfayê û digel hemû midaxaleyan Mahmut Dag bi ser xwe ve nehat û mir.

Polêsan li hawirdor tevdîrên ewlehiyê hildan û ji bo ku kesên tevî şer bûne bên girtin xebat da destpêkirin.AA

Dîroka nûkirinê: 28 îlon 2018, 10:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE