Li şaredariyên hatin wezîfedarkirin dengên HDPyê kêm bûn

Xizmetên ku di heyama şaredariyên bi destê Wezareta Karên Navxweyî va li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hatin wezîfedarkirin hatin kirin xwe di sandoqê da erênî nîşan dan

Li şaredariyên hatin wezîfedarkirin dengên HDPyê kêm bûn

Kêfxweşiya ji xizmetên şaredariyên ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî va li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat hatin peywirdarkirin, bi cî anîn di hilbijartinên 31ê adarê da di sandoqê da xwe nîşan da.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xistin beriya hilbijartinên herêmî yên 31ê adarê 94 şaredariyên ku şûna şaredarên bi hinceta têkiliya wan bi terorê ra heye ji wezîfeyê hatin dûrxistin walî yan qaymeqam wek wekîlê şaredar (qeyyum) hatin wezîfedarkirin hebûn.

Di 31ê adarê da gel ji bo xizmetê deng da û HDPyê ji 94 şaredariyên ku hatin wezîfedarkirin 44 heban qezenc nekir û di 74 şaredariyan da jî rêjeya dengên HDPyê ji sedî 15,30 kêm bû.

Ji şaredariyên ku HDPyê lê qezenc nekirin 36 hebê wê AK Partiyê, 5ê wê Partiya Saadetê, yekî CHPyê, yekê wê Partiya Yekîtiya Mezin û yekê wê jî Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) qezenc kir.

Wekîlên şaredar ên ku şûna şaredarên HDPyê yên bi terorê ra têkildar hatin wezîfedarkirin li şaredariyên ku dewr sitandin da peywirên xwe yên eslî bi cî anîn û jiyana rojane ya welatiyên li herêmê xweş kirin û xizmetên ku hewcehiya gelê herêmê pê heye jî bi cî anîn.

- Dirûvê Rojhilat û Başûrê Rojhilat guherî

Bi saya şaredariyên ku hatin wezîfedarkirin dirûvê Rojhilat û Başûrê Rojhilat guherî û li van deran jî îstihdam û dahatên turîzmê zêde bûn.

Şaredariyên hatin wezîfedarkirin li herêmê 9 hezar û 66 kîlomêtre asfalt, 18 hezar kîlomêtre rêya stabîlîze, 5 hezar û 191 kîlomêtre xeta ava vexwarinê, 2 hezar 644 park/baxçeyên çayê/parkên zarokan, hezar û 649 malên sersaxiyê, 4 hezar kîlomêtre şebekeya qenalîzasyonê, 161 navendên çandê yên jinan, 70 navendên ciwaniyê jî di nav da bi 7 milyar û 513 milyon û 123 hezar lireyî veberhênan kirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Nîsan 2019, 12:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE