Li gorî encamên neteqez, namzedên AK Partiyê, Agirî, Bidlîs û Şirnex jî di navê da ji şaredariyên ku hat tesbîtkirin derfetên xwe ji bo rêxistina terorê PKKyê terxan kirin û ji ber vê çendê qeyûm lê hatin daynîn, ji şaredariyên 73 parêzgeh û navçeyan jê 24 şaredarî qezenc kirin.
Li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê li parêzgehên ku hat tesbîtkirin derfetên şaredariyan ji bo rêxistina terorê PKKyê hatine terxankirin û ji ber vê çendê jî qeyûm lê hatin daynîn, dengên HDPyê pir kêm bûn.
AK Partî li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê li 73 parêzgeh û navçeyên ku qeyûm lê hatin daynîn, jê 24 şaredarî bi dest xistin.
Di nava şaredariyên ku AK Partiyê ji HDPyê standin da Agirî, Bidlîs û Şirnex jî hene.
Herwiha ji şaredariyên qeyûm lê hatin daynîn, li Tunceliyê TKP, li Dutaxa Agiriyê BBP, li Beşîriya Batmanê, Tuzlucaya Îdirê û Hîzana Bidlîsê jî namzedên Partiya Seadetê bi ser ketin.