Li Şehîdgeha Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê bernameya bîranînê

Bi beşdariya Serokê Meclisê Mustafa Şentop û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu va li Şehîdgeha Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê û Şehîdgeha Polêsan bernameya bîranînê hat lidarxistin

Li Şehîdgeha Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê bernameya bîranînê

Bi beşdariya Serokê Meclisê Mustafa Şentop û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu va li Şehîdgeha Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê û Şehîdgeha Polêsan bernameya bîranînê hat lidarxistin.

Serokê Meclisê Mustafa Şentop û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu li Goristana Karşiyakayê li Şehîdgeha Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê û Şehîdgeha Polêsan beşdarî bernameya bîranînê bûn. Piştî xwendina Qur'ana Pîroz û kirina diayan Şentop û Soylu gor yek û yek ziyaret kirin û qernefîl danî ser wan.

Şentop piştî bernameya bîranînê daxuyanî da mensûbên çapemeniyê û wiha axivî:

"Salvegera sêyemîn a hewildana derbeya xayîn a 15ê Tîrmehê ye. Di dîroka me da şev û roja herî tarî bû. Divê em tiştên qewimîn, him kirinên xayînan him jî berxwedana miletê me ya li dijî xayînan û sekna esîl a miletê me cardin bînin bîra xwe. Ev roj dibe wesîleya wê yekê. Me ew roj nîşan dabû ku yên qestî paşeroja me, welatê me, miletê me bikin, em li ser vê axê mafê jiyanê nadin wan, em cardin ji hemû dinyayê ra dibêjin ku em ê dîsa vê helwesta xwe nîşan bidin. Îro dibe wesîleya vê yekê. Divê em van bînin bîra xwe, ji hişê xwe dernexin."

Şentop got ku wan gorên şehîdên 15ê Tîrmehê ziyaret kirin û ji wan ra dia kir û wiha dewam kir, "Ez ji Xwedayê Heq ra dia dikim ku careke din şev û rojeke wiha tarî neyne serê miletê me."

Digel Şentop û Soylu, Sekreterê Giştî yê AK Partiyê Fatîh Şahîn, hin parlamenter, Midûrê Giştî yê Emniyetê Celal Uzunkaya, Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn, Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş, Midûrê Emniyeta Enqereyê Servet Yilmaz, Fermandarê Cendirmeya Bajarê Enqereyê Tûxgeneral Unsal Bulut, eqrebayên şehîdan û xazî beşdarî bernameyê bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE