"Li ser Geliyê Çanakkaleyê çêkirina pireyê xeyala sedsalan e"

Erdogan bi vîdeo konferansê beşdarî merasima ji bona Pireya 1915 Çanakkaleyê hat lidarxistin bû.

"Li ser Geliyê Çanakkaleyê çêkirina pireyê xeyala sedsalan e"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Li ser Geliyê Çanakkaleyê çêkirina pireyê xeyala sedsalan e. Wekî gelek xeyalên li welatê me bicîanîna vê xeyalê jî şikir ku bû nesîbê me."

Erdogan bi vîdeo konferansê beşdarî mersima ji bona Pireya 1915 Çanakkaleyê hat lidarxistin bû.

Serokomar Erdogan destnîşan kir li ser Geliyê Çanakkaleyê çêkirina pireyê xeyala sedsalan e û got ku wekî gelek xeyalên li welatê me bicîanîna vê xeyalê jî şikir ku bû nesîbê me.

Erdogan diyar kir Pireya 1915 Çanakkaleyê pireya herî dirêj ya dinyayê ye û got ku wê wek sembola Serkeftina Çanakkaleyê ya 1925an gelî bixemilîne.

Serokomar Erdogan destnîşan kir piştî vîrusa koronayê dinya wê di warê siyasî û aboriyê da ji nû va şiklekî bigire û got ku zeximbûna binesaziya welatê me yê di warê gihandinê da ji bona me destkeftiyeke mezin e.

Erdogan got ku li nav sînorên xwe û li derva ji PKKyê bigire heta FETOyê em ê heyatê li hemû rêxistinên terorê bikin zindan.

Serokomar Erdogan diyar kir kesên ku êrîşî esker û polêsên dewletê û wezîfedarên di xizmeta gel da ne dikin wê berdêla êrîşên xwe bidin û wiha got: "Em çawa li çiyê serê PKKyê dipelixînin em ê wek Îtifaqa Cumhur di sandoqê da şaxên wan yên siyasî jî ku tehemûla wan ji xizmeta em didin gel ra tuneye mîna her gav bi hev ra têk bibin."

Erdogan di berdewamiyê da êrîşa ku PKKyê li Wanê bi çekên lûledirêj kir CHPyê jî li Edeneyê bi heqaret û kulman kiriye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE