Li ser hewildana derbeya xwînî ya FETOyê ra 4 sal derbas bû

Eskerî û emniyeta welêt di serî da, FETO ket gelek saziyên dewletê û ya dilê xwe di 15ê Tîrmeha 2016an da derxist holê û li ser hewla derbeya FETOyê ra 4 sal derbas bû

Li ser hewildana derbeya xwînî ya FETOyê ra 4 sal derbas bû

Li ser hewla derbeyê ya ku terorîstên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) yên unîforma li xwe kiribûn ra 4 sal derbas bû. Terorîstan xwest ku rêvebiriya demokratîk têk bibe û ji bo vê jî çekên ku dewletê wek emanet dabûn wan dirêjî ewladên vî welatî kirin û xwestin Komara Turkiyeyê û hikûmeta wê ya hilbijartî têk bibe.

FETO eskerî û emniyeta welêt di serî da, ket gelek saziyên dewletê û ya dilê xwe di 15ê Tîrmeha 2016an da derxist holê û di hewla derbeya xwînî da 251 kes şehîd kirin. Hewla derbeya xwînî ya FETO li ser bangewaziya Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, bi piştgiriya welatiyên ku li çar aliyê Turkiyeyê xwedî li demokrasiyê derketin û meydan tije kirin va hat berterefkirin.

Terorîstên FETOyê yên ku unîforma li xwe kiribûn plan dikirin ku di 16ê tîrmehê saet 03.00î da derbeyê bikin, lê ji ber ku çûyîn û hatina li Sererkaniyê dîtin, panîk kirin û saeta derbeyê hildan 20.30ê 15ê Tîrmehê. Enqereya paytext bû navenda şeva rijandina xwînê ya terorîstên FETOyê.

Rêvebirina hewla derbeyê ji Baregeha Akinciyê ya li Enqereyê hat kirin, Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Fahrî Kasirga û Sererkan Orgeneral Hulusî Akar jî tê da gelek fermandar hatin desteserkirin.

Di şeva ku tank û wesayîtên bizirx ji qişleyan derketin da balafirên şer ên ku pîlotên endamê FETO bi kar dianîn, Meclis, Kulliyeya Serokomariyê, Emniyet û TURKSAT bombebaran kirin.

Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê dan hev, mensûbên FETO yên ketine Artêşa Turkiyeyê û ji 8 hezarî zêdetir personelên eskerî yên ku piştgiriyê didin vê rêxistinê bi 35 balafir, 3 keştî, 37 firoke, 74 jê tank 246 wesayîtên bizirx û nêzî 4 hezarî çekên sivik va hewl dan ku derbeyê bikin û ev hewla derbeyê weke lekeyeke reş ket dîroka Komara Turkiyeyê.

Paytexta ku Baregeha Akinciyê ya navenda rêvebirina hewildanê jî lê ye, di 15ê Tîrmeha 2016an da şeveke "reş" derbas kir.

Wexta ku bûyer çêbû Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Fahrî Kasirga û Sererkan Orgeneral Hulusî Akar jî tê da gelek fermandar bi destê derbekaran hatin desteserkirin. Balafirên şer li ser bajêr nizim firîn û Meclis, Kulliyeya Serokomariyê, Midûriya Emniyetê ya Enqereyê, Serokatiya Herekata Taybet û TURKSAT bombebaran kirin.

Her wiha tank û wesayîtên bizirx ên gelek yekîneyên cuda yên li bajêr jî ji qişleyan derketin.

Bûyeran sibetirê heta nîvro dewam kir û welatiyan weke qehremanan li ber xwe da.

Bînalî Yildirimê ku wê demê Serokwezîr bû, di 16ê Tîrmehê saet 12.57an da li Koşka Çankayayê daxuyanî da û got ku hewla derbeya xayin hat berterefkirin.

Li dijî hewildana derbeyê ji çar aliyê welêt miletê Turkiyeyê ketin berxwedanê û bi sekna xwe ya biryardar va weke "serkeftina demokrasiyê, destana mezin a milet" ketin dîrokê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE