Li ser meseleya avê hevdîtina rayedarên Tirk û Iraqî

Hikûmeta Iraqê daxuyand ku hevdîtina wan ya ligel rayedarên Tirk ya li ser meseleya avê baş derbas bû û ew bawer in ku wê di vê mijarê da mitabeqetekê çêbikin. 

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Ofîsa Enformasyonê ya Hikûmetê hat dayîn, Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Cemal Adilî û Serokê Komîteya Avê Selam Şemrî bi Veysel Erogluyê Nûnerê Serokomariya Tirkiyeyê yê Taybet ê Iraqê û lijneya bi wî ra li Bexdayê hatin bal hev. 

Di daxuyaniyê da hat gotin herdu alî li ser daneyên hîdrolojîk û metrolojîk û meseleya rezervên avê axivîn. Herdu lijneyan di hevdîtinê da bi giştî pêşniyazên xwe yên li ser îslehkirina avê pêşkêş kir.

Di hevdîtinê da ji bilî vê li ser sepandina projeya ava vexwarinê û li Bexdayê avakirina navendeke lêkolîna avê hat axaftin. 

Eroglu ji bo meseleya avê duh hatibû Iraqê. 

Dîroka nûkirinê: 01 Tebax 2019, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE