"Li ser pergala eskeriya nû xebat dewam dikin"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar der heqê pergala eskeriya nû agahî dan...

"Li ser pergala eskeriya nû xebat dewam dikin"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar der heqê pergala eskeriya da got: "Înşeallah emê di demeke nêz da encameke ku ji bo miletê me, ciwanên me bi xêr be eşkere bikin."

Akar piştî ku Walîtiya Qeyseriyê ziyaret kir daxuyanî da rojnamegeran û pirsên wan ên der barê pergala eskeriya nû da bersivand.

Li ser pirsa ku wê pergala nû çi çaxê bikeve rewacê Akar got: "Di nûçeyên ji ser çapemeniyê cih digirin da qala hin îhtimal û faktoran tê kirin. Ev hemû tên nirxandin. Bi her mijarê ra eleqedar saziyên me wezaretên me nirxandinên xwe dikin. Em li ser pergaleke pêşdîtina wê mimkun be dixebitin. Ji aliyekî va bala me bo xizmeta ewlehiya welatê me ye û ji aliyê din va jî bala me li ser pêwîstiya pîşe û perwerdehiya ciwanên me ye. Bila dilê herkesî rihet be ji her aliyî va li ser mijarê xebat tê kirin."AA

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2019, 17:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE