Şaxa Dijî Terorê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) daxuyand ji dervayî Iraqê bi 12 moşekên balîstîk va êrîşî Hewlêrê hat kirin.
Şaxa Dijî Terorê li ser hesabê Facebookê der barê êrîşê da daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat gotin paytext Hewlêr ji dervayî Herêma Kurdistanê û Iraqê bi moşekên balîstîk va rastî êrîşî hat.
Hat gotin kes nemiriye, êrîş ji aliyê rojhilatê va hatiye rêvebirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin êrîş şev di saet 01.00î da hatiye kirin, hedefa 12 moşekan taxeke li aliyê Konsolxaneya Amrîkayê ya Hewlêrê bû.AA