Li ser wefata Mursî daxwaza lêpirsîna meqamên Misrê

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) bangî Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku der heqê mirina li salona dadgehê ya Mihemed Mursîyê Serokomarê yekemîn ê Misrê ku bi rêbaza demokratîk hatibû hilbijartin da meqamên Misrî bên lêpirsînkirin.

Li ser wefata Mursî daxwaza lêpirsîna meqamên Misrê

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) bangî Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku der heqê mirina li salona dadgehê ya Mihemed Mursîyê Serokomarê yekemîn ê Misrê ku bi rêbaza demokratîk hatibû hilbijartin da meqamên Misrî bên lêpirsînkirin.

Di daxuyaniya HRWyê da wiha hat gotin, "Konseya Mafên Mirovan a NYyê ku rûniştina wê ya bê dê 24ê hezîranê were kirin, der heqê binpêkirinên mafên mirovan ên li Misrê ku mirina Mursî jî di navê da ye da divê lêpirsînek were vekirin."

Di daxuyaniyê da herwisa hat balkişandin ku gelek carî hat destnîşankirin ku rewşa fîzîkî ya Mursî ber bi xirabiyê diçe û herwiha daxwaz hat kirin ku ji bo tedawiya wî rê were dayîn, lêbelê hikûmeta Misrê xwe li bêdengiyê danî.

Di hucreya wî da nivîn tunebû, li ser bêtonê radiza

Di daxuyaniyê da herwisa qala şertên giran ên jiyana li girtîgehê ya Mursî jî hat kirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Mursî jî malbata xwe ra gotiye, di hucreya ku lê dimîne da nivîn tuneye, ji ber ku li ser bêton û erdê sar radizê, stû û pişta wî diêşe.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku nexweşiya diyabetê ya Mursî hebû û ji ber kêmasiya xizmeta tenduristiyê, Mursî çend caran ket komaya şekir û herwiha ji ber tirs û fikarê, xwarin û xurekên girtîgehê nedixwar û şûna wê xwarinên konserve dixwar.

Endamekî malbatê ku ji HRWyê ra xeberda, diyar kir ku Mursî di salonên girtîgehê da jî ji mehkûmên din hatibû îzolekirin û qedexe bû ku çapemenî jî têkeve van danişînan.

Di daxuyaniyê da herwisa cih dan gotinên Dîrektora HRWyê li Rojhilata Navîn û Amerîkaya Bakur Sarah Leah Whitsonê jî ku diyar kir, Mursî piştî şertên giran ên girtîgehê yên bi salan mir û wiha got, "Hikûmeta Misrê di asta herî jêr da jî mafên mehkûmiyetê neda Mursî û binpêkirinên xeternak ên pêk anîn. Hikûmeta Misrê mexsûs miemeleya xirab û îzolasyon li ser Serokomarê berê Mihemed Mursî sepand. Nêrîna wî ya siyasî çi dibe bira be, miemeleya ku bi Mursî kirin, hovane bû. Berpirsên vê divê bên lêpirsînkirin û cezayê pêwîst divê bê dayîn."

Li salona dadgehê wefat kir 

Mursiyê 67 salî yê ku li Misrê bi derbeya eskerî ji text hatibû daxistin dema bi îdiaya "sîxuriyê" dihat darizandin li salona mehkemeyê wefat kiribû. 

Di sala 2011î da bi şoreşa gel va Husnî Mibarekê Serokomarê Misrê yê berê îstifa kiribû û di sala 2012an da hilbijartinên demokratîk hatibûn kirin û Mihemmed Mursî bibû Serokomarê cara ewil ê bi hilbijartinê hatiye bijartin. 

Ebdilfetah Sîsiyê Wezîrê Parastinê yê wê çaxê di 3yê tîrmeha 2013an da derbeya eskerî kiribû bibû serokomar Mursî ji wezifeyê dûr xistibû. 

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Hezîran 2019, 15:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE