"Li seranserê cîhanê her sal 7 milyon kes ji ber nexweşiyên tutinê dimirin"

Serok Erdogan got, "Li seranserê cîhanê her sal 7 milyon, li welatê 100 hezar kes ji ber nexweşiyên bi sedema kişandina tutinê dimirin."

"Li seranserê cîhanê her sal 7 milyon kes ji ber nexweşiyên tutinê dimirin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan bi boneya "31ê Gulanê Roja Na bo Tutinê" de bi ciwanan axivî.

Erdogan got, "Li seranserê cîhanê her sal 7 milyon, li welatê 100 hezar kes ji ber nexweşiyên bi sedema kişandina tutinê dimirin. Cihên şahiyê û cihên kişandina nargîleyê dê maweyeke din jî girtî bimînin. Em di serdemeke wisa de dijîn ku hirsa qezenckirina pereyan dikeve pêşiya nirxên mirovî herwiha jiyana mirovan. Di serê sektorên ku kapîtalîzma hov sîrayetî nav kiriye de endustriya tutinê heye. Hemû hewlên me yên ji sererastikirina qanûna alkolê, herwiha ya têkoşîna dijî terorê hat xwestin bên rêgirîkirin."

Serok Erdogan herwiha got, "Tirkiye salên 1970yî wezaretên Gumruk û Tekelê jî dîtin ku bi hêviya "Xwedê bikim têr eraq û cixare bê vexwarin' meyxane vedikirin. Em çiqasî ciwanên xwe di warê zirarên cixare, eraq û hişbirê de hişyar bikin, emê hewqasî bi pêbawerî li siberojê binerin. Endustriya tutunê ev 10 sal e qeseyên xwe dadigire, bi milyonan ciwan ji azadiyê mehrûm kir, ew neçarî jiyaneke alûde kirin."

Serok Erdogan got, "Em barê herî giranê yê bacê li cixareyê dikin. Em gelekî ji welatiyên xwe yên mubtelayên cixareyê dikin. Em dibêjin ka em buhayên cixareyên wan zêde bikin dibe ku wê demê hêdî hêdî jê birevin lêbelê nizanim çima narevin. Lê dîsa jî emê bacê li cixareyê barkin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE