Li Şerîda Xezeyê di êrîşa Îsraîlê da rojnamevanek hat kuştin

Di êrîşên li ser Şerîda Xezeyê da hejmara kesên hatin kuştin derket 221ê

Li Şerîda Xezeyê di êrîşa Îsraîlê da rojnamevanek hat kuştin

 Li Şerîda Xezeyê di êrîşa Îsraîlê da rojnamevanekî di radyoyeke herêmî da dixebitî hat kuştin.

Balafirên şer yên Îsraîlê li Taxa Şêx Ridwan ya li rojavayê Xezeyê sê moşek avêtin malekê û di êrîşê da rojnamevan Yusuf Ebû Huseyînê di radyoyaya herêmî ya Dengê Qudsê da dixebitî hat kuştin.

Bi kuştina Yusuf Ebû Huseyîn di êrîşên li ser Şerîda Xezeyê da hejmara kesên hatin kuştin derket 221ê.

Balafirên şer wek mayîn li Kampa Penaberan ya Cibalyayê ya li bakurê Xezeyê malekê bombe kirin û li derdorê xisar çêbû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE