Li Wezareta Parastina Neteweyî beriya Eyda Remezanê merasima eydaneyê hat lidarxistin.
Akarê di bernameyê da axivî destnîşan kir li Sûriye û bakurê Iraqê têkoşîna dijî terorê bênavber didome û got ku ji 1ê Çileyê vir da hezar û 411 terorîst hatine berterefkirin.
Hulusî Akar der barê têkoşîna dijî şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovid-19) da diyar kir wexta meriv li artêşên dinyayê dinihêre ji hêla kêmbûna hejmara nexweşan da Artêşa Tirkiyeyê serkeftî ye û got ku ev rastî jî serkeftineke mezin e.
Akar der barê geşedanên li Libyayê da destnîşan kir piştî ku yekîneyên Artêşa Tirkiyeyê dest bi xizmetên perwerdeyê û şêwirmendiyê yên hevkariyê kirin li Libyayê rewş bi piranî guherî.
AA